Du teqînan di vejandina kuştina Silêmanî de rû dan: 103 kes mirin

Du teqînan di vejandina kuştina Silêmanî de rû dan: 103 kes mirin
Teqîna Kermanê

Welat TV – Hewlêr

Li nêzîkî goristana Kermanê li Bakurê Iranê di encama du teqînan de, 3yê Çileya 2024an, bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûne.

Ajansa ”Reuters” li ser zarê televizyona fermî ya Iranî piştrast kir: 103 kes di her du teqînan de jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn.

Teqîn hevdemê vejandina salvegera kuştina Qasim Silêmanî li nêzîkî goristana Kerman li Bakurê Iranê rû daye.

Ajansa Tesnîm a Îranî jî got: Teqîn li ser rêya ku diçe "Baxçeya şehîdên Kerman" rû daye, diyar e, du mayînên bombekirî ji dûr ve hatine teqandin.

Qasim Silêmanî weke fermandarê Feyleqa Qudis bû, di 3yê Çileya 2020an de, bi êrîşeke balafirên Emerîkî li Bexdayê hate kuştin.