Zarokekî Kurd 4 xelat di pêşbirkeke avjeniyê li Fransa wergirtin

Zarokekî Kurd 4 xelat di pêşbirkeke avjeniyê li Fransa wergirtin

Welat TV - Hewlêr

Zarokekî Kurd ku li Fransa diîmne 4 xelat di pêşbirkeke avjeniyê de wergirtin.

Îlan Fatimê yê 8 salî, di pêşbirka avjeniyê de li devera Hêrlot li Fransayê 4 xelat bi dest xistin.

Zarokê Kurd dema ku 2 mehî bû dest bi aveniyê kir û ta niha 17 xelat bi dest xistine.

Îlan kurê Xelat Fatimê ye ku bi xwe rahênerê avjeniyê ye û ji taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, beriya çend salan koçberî Fransa bûbû û li wir mafê penaberiyê wergirtibû.

Îlan li Fransa ji dayîk bûye, dema ku xelat wergrtin ala Kurdistanê bilind kir û kêfxweşiya xwe nîşan da.