Lavrov: Pêwendiyên nû di navbera Rûsya û Sûriyê de dê werin encamdan

Lavrov: Pêwendiyên nû di navbera Rûsya û Sûriyê de dê werin encamdan
Lavrov: Pêwendiyên nû di navbera Rûsya û Sûriyê de dê werin encamdan

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov ‎dema lidarxistina hevdîtinên nû yên astbilind bi Sûriyê re eşker kir.

Sergey Lavrov îro di gotineke xwe de li Encûmena "Duma" da zanîn ku wan pilan daniye ku di hefteya bê de pêwendîne din ên astbilind bi Şamê re encam bidin.

Got jî: "Desthilatdarên Sûriyê yên nû bi eşkere tekeziyê li ser giringiya rêzgirtinê li siruşta istratîcî û dîrokî ya pêwendiyên me dikin".

Wezîrê derve yê Rûsya diyar kir: "Yek ji mijarên sereke bo wan di dema niha de, qedexekirina dubarebûna sînariyoya Lîbiya ye ku wî welatî qewareya xwe ji dest da û dabeş bû, û nema karîbû careke din xwe bide hev. Wek van gefan li Sûriyê jî hene û kesên gihiştî desthilatê vê yekê tê digihin".

Lavrov li ser pêwendiya Putin û El-Şeri' û seredana şanda Rûsî bo Sûriyê di dawiya Çileya bûrî de axivî û got seredan erênî bû.

*Putin ji El-Şeri' re tekezî li ser piştevaniyê kir

Di 12ê vê meha Sibatê de, serokê Rûsya Vladimir Putin di pêywendiyeke telefonî de li gel serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeriî axivî.

Putin tekezî li ser yekîtiya xaka Sûriyê û piştevaniya Rûsya ji Sûriyê re di warê alîkariyên mirovî de kir.