Ehmed El-Şer´ serdana Efrînê kir û ENKS nameyek pêşkêş kir
Welat TV - Hewlêr
Ehmed El-Şeri’ Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz seredana Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir û li gel kesayetî û rûspiyên wê civiya.
Di civîna li gel El-Şeri’ de nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî jî amade bûn. Ehmed Hesen serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS bi navê Encûmenê nameyek ji El-Şeri’ xwend.
Di nameya de Hesen behsa binpêkirinên li Efrînê ji birîna daran, girtina welatiyan, sepandina bacan ji aliyê grûpên çekdar ve kir.
Spîkirina Zîndanan
Hesen diyar kir jî, heta niha zîndanên Efrînê nehatine spîkirin, û hîn girtiyên Kurd di zîndanên Efrînê û gundewarê wê de ne.
Her weha daxwaz kir ku desthilatdariya hikûmeta Sûriyê hebe û grûpên çekdar nemînin.
Sozên El-Şer´
Ji aliyê xwe ve jî Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ soz da ku ew ê rêgiriyê li bimpêkirinan li Efrînê bikin, û ew ê nivîsgehekê ji bo tomarkirina giliyan vekin.
Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz El-Şer´got jî ku ew ê hêzên navxwe bişînin Efrînê û diyardeyên çekdarî nehêlin.