Xwepêşanderên Siwêdayê banga xwe nû dikin

Xwepêşanderên Siwêdayê banga xwe nû dikin
Xwepêşanderên parêzgeha Siwêdayê li Başûrê Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Xwepêşanderên parêzgeha Siwêdayê li Başûrê Sûriyê di sala nû de banga xwe di guhertina siyasî de nû kir, îro 5ê Çileya 2024an bi hezaran daketin kolanan.

Bi hezaran welatî li Siwêdayê xwepêşandanek li qada Elkerama li navenda bajêr li dar xist, tê de wêneyên qurbaniyên şer ên zarok hilgirtin û siloganên ku banga rûxandina rêjîma sûrî û bicîkirina biryarên navdewletî dikin hildan.

Rûpela Siwêda 24 a xwecihî wêne û dîmenên xwepêşandanê belav kirin, tê de xwepêşander banga guhetina siyasî, serbestberdana girtiyan û bicîkirina biryarên navdewletî kiriye.

Di Tebaxa sala borî de, xwepêşandan ji ber xerabûna rewşa aborî li Siwêdayê bi rê ve çûn, pişt re asta daxwazan bilind bû û welatiyan banga rûxandina rêjîmê, bicîkirina biryara 2254 a Netewên Yekbûyî û serbesberdana girtiyan kir.