Alavên locistî û xwarin.. Balafireke Rûsî li balafirxaneya Qamişlo danî
Welat TV - Hewlêr
Balafireke barkirinê ji bo piştgiriya hêzên Rûsya yên ku li deverê dimînin, li balafirxaneya Qamişlo danî.
Jêdereke taybet ji Welat TV re got ku duh Pêncşemê, balfireke barkirinê ya Rûsya ku barkirî bû bi alavên locistî û kelûpelên xwarinê, li balafirxaneya Qamişlo barê xwe danî.
Da zanîn jî: "2 balafirên din ên Rûsî di ser esmanê Qamişlo re bi armanca parastina balafira barkirinê, ger encam didan.
Wê jêderê diyar kir ku "ta niha hêzên Rûsya di hindir balafirxaneya Qamişlo û 2 xalên din ên leşkerî de li nêzîkî wê, cih digirin û ta niha tu ferman ji Mosko ji bo kişandina hêzan ji vê deverê derneketine".
*Hebûna Rûsya li Sûriyê
Piştî ketina Rêjîma Esed, hêzên Rûsya kar li ser vekişînê ji pêgehên xwe kir û berê xwe dan herdu bingehên Himêmîm û Tertûsê.
Li gorî daxuyaniyên ji Mosko derdikevin, Rûsya dixwaze hebûna xwe li Sûriyê bi hemahingiyê li gel hikûmeta nû biparêze.
Beriya du rojan jî, Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov eşkere kir ku wan pilan daniye ku "di hefteya bê de pêwendîne din ên astbilind" bi Şamê re encam bidin.