Li navçeya Mabeta ya Efrînê nivîsgehek ji bo pêşkêşkirina giliyan hat vekirin

Li navçeya Mabeta ya Efrînê nivîsgehek ji bo pêşkêşkirina giliyan hat vekirin

Welat TV - Hewlêr

Li navçeya Mabeta ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê nivîsgehek ji bo pêşkêkirina giliyan hat vekirin.

Li gorî jêderên xwecihî, rêveberiya ewlekariya Giştî ya hikûmeta karbirêker a Sûriyê, nivîsgehek ji bo tomarkirin û pêşkêşkirina giliyan li navenda navçeya Mabeta vekir.

Li gorî jêderan, nivîsgeha ji 9ê sibehê ta 3 êvarê, pêşwazî li welatiyan dike, aramnca wê nivîsgehê rawestandina binpêkirinan û vegerandina mafan e.

Ewlekariya giştî hejmarek ji bo welatiyan terxan kiriye, û gotiye her kesek dikare peywendiyê bike û hemahengiyê bike.

*Hejmara ku nivîsgehê terxan kiriye: 00963980047509

Beriya du rojan, li navçeya Bilbilê jî nivîsgehek ji bo tomarkirin û pêşkêşkirina giliyan hatibû vekirin.

*Serdana El-Şeri´

Di 15ê mehê de Ehmed El-Şeri’ Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz serdana Efrînê kiribû û li gel kesayetî û rûspiyên wê civiyabû.

El-Şeri´ dabû diyarkirin ku ew ê nivîsgehan ji bo pêşkêkirina gilyan li Efrînê vekin.