Hilbijartinên perlemana fedral a Elmanya dest pê kir.. Rola penaberan çi ye?

Hilbijartinên perlemana fedral a Elmanya dest pê kir.. Rola penaberan çi ye?

Welat TV – Hewlêr

Hilbijartinên perlemana fedral a Elmanya îro bi rê ve diçin û rola penaberan dê di hilbijartinên vê carê de giring be.

Di hilbijartinên îsal de, mijara koçber û penaberan bandor li ser hilmeta hilbijartinan kiriye û bûye mijareke germ.

Gelek partiyên Elmanya mijara penaberan weke kaxezekê bi kar tînin, bi taybetî piştî êrişa penaberekî Efxanî ev mijar germtir bû û dengê nerazîbûnê bilind bûye.

Bo yekem car hin partiyên çep û miyanraw weke BSW, FDP û CDU li gel Partiya Alternatîf ji bo Elmanya (AFD) a rastgir, ku banga dersînorkirina penaberan dike, di hilbijartinan de hevpeyman in.

*Rola penaberan

Rola penaberên Sûrî li Elmaniya jî, dê di hilbijartinan de hebe, ku niha derdora 260 hezar penaberên Sûrî regeznameya Elmanî wergirtiye û mafê wan di dengdanê de heye, her weha zêdetirî 700 hezar penaberî kartên niştecîbûnê yên penabertiyê û kartên parastina demkî, li wir wergirtine.

Li gorî çavdêran, beşdarbûna penaberan di hilbijartinan de giring e, ji ber ku hejmara penaberan li Elmaniya dighe derdora 3.5 milyon kesî.

Ji 4 hezar û 506 berbijêrên parlamena federal a Elmanya, tenê 12 kesan xwe wekî Kurd xwe nîşan dane û kar ji bo bidestxistina kursiyên parlamenê dikin.

►Her weha bixwîne: Li Elmanya projeyasaya li dijî penaberan hat redkirin