Di çend rojan de.. 15 malbatên Kurd vegeriyan Efrînê û 46 malbatên Ereb jê derketin
Welat TV - Hewlêr
Hejmarek ji malbatên Kurd vegeriyan Efrîna Rojavayê Kurdistanê, di heman demê de malbatên Ereb jî jê derdikevin.
Li gorî agahiyên îro 23yê Sibata 2025an bi destê Welat TV ketine, di çend rojên bûrî de 15 malbatên Kurd vegeriyan gundên xwe di heman demê 46 malbatên Ereb jê derketine.
Malbatên Kurd, vegeriyane gundê Cela, Zivingê, Kêla û Eşûnê, û malbatên Ereb jî berê xwe dane parêzgehên xwe li Hema, Heleb, Idlib û Şamê.
10 hezar malbat vegeriyane
Li gorî dawîn amarên ku ji serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Efrînê Ehmed Hesen derketine, ji dema ketina Esed ve, 10 hezar malbatên Kurd vegeriyane Efrînê û navçeya wê.
Ehmed Hesen daye zanîn ku bi dehê hezaran ji malbatên Ereb vegeriyane warên xwe, û rojane veger heye.