Li Başûrê Sûriyê xwepêşandan dijî daxuyaniyên Netanyahu derketin

Li Başûrê Sûriyê xwepêşandan dijî daxuyaniyên Netanyahu derketin
Li Başûrê Sûriyê xwepêşandan dijî daxuyaniyên Netanyahu derketin

Welat TV - Hewlêr

Li hejmarek ji bajar û bajarokên Başûrê Sûriyê xwepêşandan li dijî daxuyaniyên serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu derbarî deverê, derketin.

Netanyahu gotibû ku Israîl qebûl nake ku hêzên Desteya Tehrîr El-Şam yan artêşa Sûrî ya nû derbasî deverên Başûrê Şamê bibin û daxwaza kişandina tevaya çekan ji Başûrê Sûriyê kir.

Îro Duşembê, li hin bajar û bajarokên Qunêtira, Der'a û Siwêdayê xwepêşandan derketin. Xwepêşanderan dirûşmên bi zimanên Erebî û Ibrî bilind kirin û tekezî li ser redkirina daxuyaniyên Israîlê û "hewlên guhartina demografî û dabeşkirinê" kir.

Li gorî jêderan, hevdemê xwepêşandanan balafirên şer ên Israîlê li esmanê Qunêtira û Derayê, ger encam dan.

Her di vê derbarê e, fermandarê Ehrar Cebel El-Ereb li Swêdayê Silêman Ebdulbaqî ragihand bû ku ew "her destêwerdaneke derekî di karûbarên parêzgehê de" red dikin, û nasnameya wan Sûrî ye û daxwazên wan jî weke yên tevaya Sûriyan in.