Qamişlo.. Nirxê xaza malan bûye cihê gazinên welatiyan

Welat TV - Hewlêr

Bilindbûna nirxê xaza malan rewşa welatiyên bajarên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontirola Rêveberiya Xweser de xirab kiriye û gazinan dikin.

Ev demeke, nirxê butla xaza malan li deverên di bin kontirola ”Rêveberiya Xweser”, gihiştiye 10 dolarên Emerîkî, beriya niha bi çend mehan, butla xazê bi 7 dolaran dihat firotin.

*Em ê çawa li vî welatî bijîn?

Nasir Ehmed Hisnî welatiyekî bajarê Qamişlo ji Welat TV re dibêje ku ew nikarin jiyana xwe di van şer û mercên zehmet de, berdewam bikin û rewşa wan her ku diçe xirabtir dibe: ”Em ê çawa li vî welatî bijîn?”

*Êdî xaz nayê bikaranîn

Welatiya bi navê Emîna Xalid Hesen jî dibêje ku hevjînê wê kareker e, ji ber nirxê xazê yê giran êdî butla xazê li mal nayê bikaranîn û ew berê xwe didin baborên gazê.

*Tevgera kirîna xazê kêm bûye

Firoşkarê xazê Îsa Qertimînî jî, ji bilindbûna nirxê xazê gazinan dike, li gor nêrîna wî, bilindkirina niraxan welatiyan zehmet dike û êdî kirîna xaza malan gelek kêm bûye.

Kargeha xazê ya li Siwêdiyê jêdera sereke ye ya xazê li deverê, rojane 13 hezar cerên xazê derdixe, gelek car ji aliyê Turkiyê ve hatiye bombebarankirin û rastî ziyanan hatiye, vê yekê jî bandor li nirxan kiriye.