"Rêveberiya Xweser" petrolê bo hikûmeta Şamê dişîne

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya Xweser a PYD bi dehan tankerên petrolê bo hikûmeta Şamê dişîne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro kurte vîdyoyeke ku tê de bi dehan tankerên petrolê diyar in, belav kir û da zanî ku ew tankir berev zeviyên petrolê li Rimêlanê diçin da ku petrolê veguhêsin deverên hikûmeta Şamê.

Beriya çend rojan jî bi dehan tankerên petrolê ji deverên di bin kontirola ”Rêveberiya Xweser” de berev deverên hikûmeta Şamê çûn.

Giringtirîn zeviyên petrolê li deverê weke Rimêlan, El-Şedadê, El-Omer û El-Tenek di bin kontrola HSDê de ne.

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontirola HSD de, kirîza sotemeniyê berdewam dike, welatî ji ber vê yekê gazinan dikin.