Sê yekîtiyên nivîskaran paşguhkirina tevgera siyasî û rewşenbîrî li Sûriyê bi tundî red kir

Sê yekîtiyên nivîskaran paşguhkirina tevgera siyasî û rewşenbîrî li Sûriyê bi tundî red kir

Welat TV – Hewlêr

Sê yekîtiyên nivîskaran ên Rojavayê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de , paşguhkirina tevgera siyasî û rewşenbîrî yên Kurdî li Sûriyê bi tundî red kir.

Yekîtiya giştî ya Nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya, û Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriya daxuyaniyeke hevbeş derxist.

Daxuyaniyê got, li şûna girtina rêbazeke niştîmanî, hikûmeta Demkî li Şamê siyaseta dûrxistinê ya rêjîma hilweşandî beramberî miletê Kurd û aliyên wan yên siyasî û rewşenbîrî berdewam kir û ew dûrî qonaxa damezrîner a Sûriyê Kirin.

Daxuyaniyê diyar kir, Kongira Diyaloga Niştîmanî ya Sûrî nimûneyeke zelal e ji vê dûrxistina bi mebest re.

Daxuyaniyê got jî, komîta amadekar gotibû ev kongir pilatformek e ji bo rewşenbîr, wêjevan û ekadîmînasên Sûrî re, lê komîtê Pêwendî bi tu aliyekî rewşenbîrî yê Kurdî re li Sûriyê nekir.

Her sê yekîtiyên nivîskaran tekez kiriye, ku ew paşguhkirina tevgera siyasî û rewşenbîrî yên Kurdî li Sûriyê bi tundî red dikin. Di dawiyê de, her sê yekîtiyan, got, lidarxistina Kongira Niştîmanî bi vî rengî nîşana nebûna dîtineke niştîmanî demokratî ya rasteqîne ye.