Ereb planek “baş hûnandî” derbarê Xezzayê de pêşkêşî Trump dikin
Welat TV - Hewlêr
Çavkaniyên fermî yên Urdinê eşkere kirin ku wezîrên derve yên Ereb plan dikin ku "di nav çend heftiyên bê de" biçin Washington ê da ku pilanek “baş hûnandî" derbarê nûavakirina Xezzayê bêyî derxistina niştecihên wê, pêşkêşî Serokê Emerîkayê Donald Trump bikin, li gor ku televîzyona Emerîkî ya CNN belav kiriye.
Trump pêşniyar kiriye ku 2.1 milyon Filestînî ji Xezzayê bên koçberkirin û herêm bibe "Riviera" ya Emerîkî, planek ku li seranserê Rojhilata Navîn û chîhanê jî bû sedema nerazîbûn û redkirina tund.
Lûtkeya Erebî ya destpêka Adarê
Rêberên Ereb wê di 4ê Adarê de li Qahîreyê di lûtkeya berfereh de bicivin û tê çaverêkirin ku "nexşeya rê" ji bo Xezzayê û aloziya li wê herêmê were ragihandin.
Çavkaniyan diyar kirin ku tê çaverêkirin ku dîplomatên payebilind ên Ereb di hefteyên pêş de serdana paytexta Emerîkayê bikin, da ku wê plan angor nexşeya rê bigihînin rêveberiya Trump.
Li got ku yekê ji wan çavkaniyen gotiye, karbidestên Ereb dixwestin pê ewle bibin ku ew “planek baş hûnandî" ye berî ku wê pêşkêşî Trump bikin.
Plana pêşeroja Xezzayê
Çavkaniyan gotin ku ji bilî danîna planekê ji bo jinûve avakirina Zîvala wêrankirî bêyî koçberkirina nifûsê, pêşnûmeya dijberî ya Erebî jî dê mijarên sereke yên wekî rêveberiya piştî şer a Xezzayê, reforma Rêveberiya Xweser a Filestînê û şandina hêzên aştîparêz an bicihanîna aştiyê li hundurê Xezzayê bike.
Ne diyar e ka dê kî wê hêza aştîparêz ya behsa wê tê kirin pêk bîne.