ENKSê helwêsta xwe derbarî banga Ocelan ragihand

ENKSê helwêsta xwe derbarî banga Ocelan ragihand
ENKSê helwêsta xwe derbarî banga Ocelan ragihand

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî daxuyaniyek derbarî nameya Ocelan de derxist û got ew gav derfeteke ji bo bidawîkirina çareserkirina doza Kurdî li Turkiyê.

ENKSê di daxuyaniya xwe de de pêşwazî li banga Serokê PKKê Ebdulah Ocelan derbarî çekdanîn û hilweşandinê kir.

Diyar kir: "Serkeftina vê destpêşxeriyê girêdayî bersivdana PKKê ji vê bangê re ye".

Her weha got ku "ev gav derfeteke rasteqîne ye ji bo bidawîkirina tundiyê û girtina xebata siyasî û çareseriyên aştiyane ji bo çareserkirina doza Kurdî li Turkiyê".

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî bang li Hikûmeta Turkiyê kir ku "bi erênî serederiyê li gel vê bangê bike bi rêya destpêkirina diyalogeke cidî ku bibe alîkar ji dîtina çareseriyeke dadmend re ji bo doza Kurdî".

Her weha "binemayên demokrasî û welatîbûna yeksan biçespîne ku ewlehî û aramiyê li Turkiyê û deverê pêk bîne".

►Her weha bixwîne.. Serok Barzanî: Hêvîdar in peyama birêz Ocalan bibe destpêka pêvajoya aştiyê