ENKS û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk tekezî li ser hemahengiyê kir

ENKS û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk tekezî li ser hemahengiyê kir

Welat TV - Hewlêr

Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk tekezî li ser hemahengiyê kir ji bo gerentîkirina serkeftina piroseya veguhêz li Sûriyê.

Îro şandeke ENKSê bi serokatiya serokê encûmenê Mihemed Ismaîl serdana baregeha Rêxistina Asûrî li Qamişlo kir û ji aliyê berpirsê rêxistinê Gabriyêl Mûşê ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de, pêşhateyên siyasî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin, bi taybetî piştî banga serokê PKK bo partiya xwe ku çekan deyne û xwe helweşîne û karvedanên wê li ser deverê.

Her weha her du aliyan nerîn derbarê gelek mijarên girêdayî rewşa siyasî li Sûriyê bi hev guhertin, ku piraniya nerînan hevbeş bûn.

Aliyên civînê li ser berdewamiya hemahengiyê di qonaxa bê de li hev kir, ji bo gerentîkirina serkeftina piroseya veguhêz li Sûriyê.

►Her weha bixwîne: ENKS helwêsta xwe derbarî banga Ocelan ragihand