ENKSê û Pêşverû tekeziyê li ser yekrêziya Kurdî ji bo çareseriya doza Kurdî dikin
Welat TV - Hewlêr
Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê tekezî li ser yekrêziya Kurdî ji bo çareseriya doza Kurdî kir.
Îro 2yê Sibata 2025an, şandeke ENKS bi serokatiya serokê encûmena Niştîmanî ya Kurdî, Mihemed Ismaîl serdana nivîsgeha Pêşverû li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kirdistanê, kir û ji aliyê sekretêrê Pêşverû Dr. Selah Derwîş ve hat pêşwazîkirin.
*Pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê
Di civînê de pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê hatin behskirin û tekezî li ser girîngiya kar ji bo avakirina yekerêziya Kurdî ji bo çareseriya doza Kurdî hat kirin.
*Banga Ocelan
Di civînê de her weha banga serokê PKK yê girtî Ebdulah Ocelan ji PKKê re ji bo danîna çekan û bandora wê li ser Rojavayê kurdistanê hat gotûbêjkirin.