Rûsya "kar li ser girêbestekê" ji bo hiştina bingehên xwe li Sûriyê dike

Rûsya
Rûsya "kar li ser girêbestekê" ji bo hiştina bingehên xwe li Sûriyê dike

Welat TV - Hewlêr

Rojnameyeke Emerîkî eşkere kir ku "pêwendiyên Rûsya li gel rêveberiya Sûriyê ya nû, piştî telefona Putin û El-Şeri', bi pêş ve çûne".

Rojnameya "The Wall Street Journal" ji berpirsên Sûrî û Ewropî veguhestiye ku "Rûsya kar li ser girêbestekê ji bo hiştina bingehên xwe yên leşkerî li Sûriyê dike".

Da zanîn: "Danûstandinên derbarî bingehên Rûsî, pêwendiyên abûrî yên berfirehtir di navbera Şam û Mosko de li xwe digire.

Danûstandinên di navbera herdu aliyan de milyarên dolaran û weberhênanên Xazê û benderan jî li xwe girtiye".

*Radestkirina Beşar Esed

Ew Rojname dibêje ku di wan danûstandinan de behsa lêbûrîneke egerkirî ji Mosko ji ber rola wê di bombebarankirina sivîlan de li Sûriyê, hat kirin.

Her weha diyar kir ku "daxwaza radestkirina Beşar Esed hatiye kirin, lê Rûsya geneşekirina vê yekê red kiriye".

►Her weha bixwîne.. Lavrov: Pêwendiyên nû di navbera Rûsya û Sûriyê de dê werin encamdan