Du welatî li Efrînê hatin serbestberdan

Du welatî li Efrînê hatin serbestberdan

Welat TV - Hewlêr

Du welatî li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê hat serbestberdan.

Her du welatî dema vedigeriyan bajarê xwe ji aliyê çekdaran ve di Berçileya sala bûrî hatibûn girtin.

Malbatê îro ji Welat TV re got Ehmed Hisên Bîlal ê 65 salî dema ji Şehba vedigeriya gundê xwe Kurzêlê Çiyê li navçeya Bilbilê di 2 Berçileya 2024an de hatibû girtin, di 2yê Adarê de hat serbestberdan.

Her weha ciwanê bi nave Şêx Hemza Elo Xelîl ê 35 salî dema vedigeriya gundê Zerê yê navçeya Bilbilê di 2yê Berçileyê de li ser rêbendeke çekdaran hatibû girtin di 1ê Adarê de hat serbestberdan.

*Serdana Ehmed El-Şeri´

Di 15 Sibata 2025an, Ehmed El-Şeri’ Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz serdana Efrînê kiribû û li gel kesayetî û rûspiyên wê civiyabû.

Di civîna li gel El-Şeri’ de nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî jî amade bûn û banga spîkirina zîndanan û rawestandina binpêkirinan kiribûn.

Ehmed El-Şeri´ soz dabû ku ew ê rêgiriyê li binpêkirinan li Efrînê bikin, û ew ê nivîsgehekê ji bo tomarkirina giliyan vekin, her weha hêzên navxwe bişînin Efrînê û diyardeyên çekdarî nehêlin.