Ewlekariya hikûmeta karbirêker hilmeteke pişkinînê li Laziqiyê encam da

Ewlekariya hikûmeta karbirêker hilmeteke pişkinînê li Laziqiyê encam da
Erşîf

Welat TV - Hewlêr

Hêzên ewlekarî yên hikûmeta karbirêker a Sûrî li gundewarê Lazqiyê belav bûn û girjî hene.

Îro hêzên ewlekarî yên hikûmeta karbirêker li nêzîkî gundê Bêt Ana li lazqiyê belav bûn û hilmeteke pişkinînê li wê deverê encam da.

Ev yek tê, piştî ku kesên nenas gule berdan gereke ewlekariya hikûmeta karbirêker li wê deverê.

Duh jî, ewlekariya hikûmeta karbirêker helmeteke pişkinînê li taxa De’tûr a Elewînişîn li Laziqiyê encam da, û hijmarek kes girtine.

Li gorî, rêveberiya ewlekariya giştî, hêzên wê helmet li dijî paşmayên hêzên Rêjîma Esed encam daye.

►Her weha bixwîne: Hêzeke ewlekarî debasî Ceremana li Gundewarê Şamê bû