Welatiyên Tertûsê xwepêşandanek li dijî hikûmetê bi rê ve bir

Welatiyên Tertûsê xwepêşandanek li dijî hikûmetê bi rê ve bir

Welat TV - Hewlêr

Welatiyên bajarê Tertûsê xwepêşandanek li dijî hikûmeta karbirêker a Sûrî li dar xist.

Îro 6ê Adara 2025an welatiyên parêzgeha Tertûsê ku piraniya wê Elewî ne, di xwepêşandanekê de, bang li hemû welatiyên Sûriyê kir û got li ser setemkariyê bêdeng nemînin.

Xwepêşandanê her weha piştevaniya xwe ji bo Ceblê û Siwêdayê nîşan da, ku li her du bajarên navbûrî, berava Sûriyê û Der´ayê girjî zêde bûne.

►Her weha bixwîne.. Şerûpevçûn li gundewarê Laziqiyê derketin

Di çend rojên bûrî de alozî li hejmarek parêzgeh û bajarên Sûriyê zêde bûne, di encama şer û pevçûnan de bi dehan kes ji her du aliyan hatine kuştin.

Hikûmeta Şamê dibêje, paşmayên rêjîma Esed in, û dixwazin tevlîheviyê dirust bikin.

►Her weha bixwîne.. Ewlekariya hikûmeta karbirêker hilmeteke pişkinînê li Laziqiyê encam da