Enes El-Xetab: Em li kujerên endamên hêzên ewlekariyê li Berava Sûriyê nabûrin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Dezgeha Istixbaratên Giştî ya Hikûmeta Karbirêker a Sûrî Enes El-Xetab bang li çekdarên li Berava Sûriyê kir ku xwe radestî hikûmetê bikin.
Îro Enes El-Xetab li ser tora civakî ”X” got ku hin kesên tawanbar hewl didin pawenkariya rewşa xirab li Sûriyê bikin û aramiyê têk bidin.
Di derbarê şerûpevçûnên li Berava Sûriyê, El-Xetab da zanîn ku fermandarine leşkerî û ewlekarî yên rêjîma Esed a hilweşiyayî pilana wan şerûpevçûnan danîne.
Li gorî Enes El-Xetab, bi dehan endamên hêzên ewlekarî di van şerûpevçûnan de hatine kuştin û ew li kujerên wan nabûrin.
El-Xetab bang li hemû çekdaran kir ku xwe tevî çekên xwe radestî hêzên ewlekarî bikin ji bo gerentîkirina aramî û seqamgîriyê li Sûriyê.
►Her weha bixwîne: Welatiyên Tertûsê xwepêşandanek li dijî hikûmetê bi rê ve bir