El-Şeybanî: Sûriyê careke din di ezmûnê de bi ser ket

El-Şeybanî: Sûriyê careke din di ezmûnê de bi ser ket

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Hikûmeta Karbirêker a Sûrî Es´ed El-Şeybanî da zanîn ku ew rastî şerekî tên lê ew di ezmûnê de bi ser ketin.

Îro Es´ed El-Şeybanî derbarê şerûpevçûnên li Berava Sûriyê, li ser tora civakî ”X” got ku ji roja yekem ve ew rastî hewlên tevlêheviyê li hundir û hewlên girtina rêyên siyasî li derve tên.

El-Şeybanî da zanîn ku wan ew hewl gelek caran têk dan û Sûriyê vegerandin cihê wê yê asayî û gelê Sûriyê li kêlek wan sekinî.

Li gorî Es´ed El-Şeybanî, ji roja hilweşandina Rêjîma Esed ve, wan gavên baş avêtine, ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiya sivîl.

El-Şeybanî da zanîn jî: ”Tiştê duh çêbûyî li welatekî ku gelê wê artêşa wê be bi ser nakeve, û Sûriyê careke din di ezmûnê de bi ser ket û bihêz berev pêşerojê diçe”.

Di dawiyê de, El-Şeybanî spasiya hemû welatên piştîvan ji Hikûmeta Karbirêker a Sûrî re kir û got ku ”kesên xayîn dê werin sizakirin”.

►Her weha bixwîne: Enes El-Xetab: Em li kujerên endamên hêzên ewlekariyê li Berava Sûriyê nabûrin