Brîtaniya hişyarî ji zêdebûna girjiyan li Berava Sûriyê da
Welat TV - Hewlêr
Brîtaniya hişyarî ji zêdebûna girjiyan li Berava Sûriyê da û banga dîtina çareseriyên siyasî ji bo gerentîkirina pêşerojeke aram kir.
Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn di Wezareta Derve û Geşepêdanê ya Brîtanî de, Hêmş Folkner da zanîn ku dibe aştî li Sûriyê were bicîkirin, eger tundûtûjî nemîne û çareseriyên siyasî werin dîtin.
Folkner bang li hemû aliyan kir ku xwe bigrin di van demên zehmet û hestiyar de ji dîroka Sûriyê.
"تطورات مقلقة للغاية – ضبط النفس واتباع سبيل واضح تجاه المساءلة و العدالة_الانتقالية ضروريان للانتقال السياسي السلمي الشامل للجميع الذي يستحقه كل السوريين."
— وزارة الخارجية والتنمية البريطانية (FCDOArabic) March 7, 2025
المبعوثة البريطانية الخاصة لسورية، آن سنو @UKSyriaRep
Her weha şandiya Brîtanî ya taybet bo Sûriyê Ann Snow got ku welatê wê dilgiran e ji pêşhateyên Sûriyê û banga bicîkirina piroseyeke siyasî ya aştiyane û giştgir ku hemû aliyan li xwe digre kir.
►Her weha bixwîne: UN şerê li Sûriyê şermezar dike û banga rawestandina şer û parastina sivîlan dike