Helwesta ENKSê derbarî pêşhateyên Berava Sûriyê

Helwesta ENKSê derbarî pêşhateyên Berava Sûriyê
Helwesta ENKSê derbarî pêşhateyên Berava Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî daxuyaniyek derbarî pêşhateyên Berava Sûriyê derxist û banga standina rêkarên bilez ji bo rawestandina binpêkirinên li dijî sivîlan kir.

ENKSê daxuyaniya xwe îro Şemiyê 8ê Adarê belav kir, û tê de got ku ew bi dilgiranî şerûpevçûn û pêşhateyên li Berava Sûriyê ku bûne sedema kuştina bi sedan kes "piraniya wan sivîl in", dişopînin û ev yek azara miletê Sûriyê kûrtir dike û rewşa tevlîhevî û cudahiyê bihêz dike.

*Hoşdarî û bang

ENKSê diyar kir: "Ev bûyer hevdem in li gel xwepêşandanan li hejmarek dever, ku banga beşdarkirina tevaya pêkhateyan di dariştina destûr û beşdariyê di pêşeroja welêt de dikin.

Got jî ku ew "proseyên çekdarî li dijî aramî û Hêzên Ewlekariya Giştî" şermezar dike, her weha diyar kir ku Rêjîma dîktator a berê hîn hewla istixlala rewşa niha ji bo belavkirina tevlîheviyê dike.

Di heman demê de, ENKSê hoşdarî ji kûrkirina kirîzê bi rêya siyasetên dûrxistinê yên ku Hikûmeta Demkî ya Sûrî bi rê ve dibe, da: "Bandorên wan ên metirsîdar dê li ser pêşeroja Sûriyê hebin". 

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, bang li rêveberiya nû kir ku "bi zanebûn serederiyê li gel tişta ku dibe bike û rêkarên bilez ji bo rawestandina binpêkirinan li Berava Sûriyê bistîne, û gotara tayifî ku pêkhateyên resen yên Sûriyê armanc dike, red bike.

ENKSê tekezî li ser giringiya avakirina Hikûmeteke Demkî li gor xwestekên Sûriyan, "dûrî siyasetên paşguhkirinê mîna Kongirên Diyalog û Komîta Amadekirina Reşnivîsa Destûrî", kir.