Xaça Sor a Navdewletî ji pêşhateyên Berava Sûriyê dilgiran e
Welat TV - Hewlêr
Serokê Komîta Xaça Sor a Navdewletî li Sûriyê Stîvan Sakaliyan, di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe derbarê dawîn pêşhateyên Berava Sûriyê nîşan da, û daxwaza parastina Jiyana sivîlan kir.
Serokê Komîta Xaça Sor a Navdewletî got, ji hejmara zêde ya qurbaniyan li Berava Sûriyê bi taybet li Laziqiyê û Tertûsê em dilgiran in.
*Girtî
Xaça Sor a Navdewletî daxwaza gerentiya serederiya baş li gel girtiyan ji tevaya aliyan li Sûriyê kir.
Serokê Komîta Xaça Sor a Navdewletî diyar jî kir ku parastina jêrxane û avahiyên dema rûdana şerûpevçûnan li Berava Sûriyê berpirsyariyek e ku dikeve ser milê her kesî.
*Birîndar
Serokê Komîta Xaça Sor a Navdewletî li Sûriyê banga vekirina rê ji otombîlên hawarçûnê û tîmên pizîşkî re ji bo pêşkêşkirina alîkariyên ji birîndaran re kir.
Her weha bixwîne.. Brîtaniya hişyarî ji zêdebûna girjiyan li Berava Sûriyê da