Mezlûm Ebdî: Divê El-Şeri´ destwerdanê bike ji bo rawestandina komkujiyan li Berava Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî bang li serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ kir ku şerûpevçûnên li Berava Sûriyê rawestîne.
Mezlûm Ebdî îro ji ajansa Reuters re got ku divê Ehmed El-Şeri´ destwerdanê ji bo rawestandina komkujiyan li Berava Sûriyê bike.
Ebdî da zanîn jî ku grûpên çekdar ên bi ser Turkiyê ve û grûpên tundirew berpirs in di ber wan komkujiyan de.
Beriya niha jî, Ebdî got ku çareserî li Sûriyê tenê bi diyalogê pêk tê û ew ê şandek ji xelkê deverê ava bike ji bo diyalogê bi hikûmeta Şamê re.
►Her weha bixwîne: Mezlûm Ebdî: Paşmayên Rêjîma Esed li deverên HSD tune ne