Hikûmeta Karbirêker a Sûrî bidawîbûna operasyonên leşkerî li Berava Sûriyê ragihand
Welat TV - Hewlêr
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya hikûmeta karbirêker a Sûrî Eqîd Hesen Ebdulxenî bidawîbûna operasyonên leşkerî li Berava Sûriyê ragihand.
Îro Hesen Ebdulxenî da zanîn ku hêzên wan êrîşên paşmayên rêjîma hilweşiyayî têk birin, ew ji deverên Laziqiyê û hin Tertûsê dûr xistin û ewlehî vegeriyaye deverê.
Ebdulxenî got ku operasyona leşkerî bi dawî bû û êdî dezgehên hikûmî dê dest bi karê xwe bikin ji bo bihêzkirina aramiyê li deverê.
Hesen Ebdulxenî diyar kir ku wan pilanên nû ji bo şerê paşmayên rêjîma helweşiyayî danîne û ew ê derfetê bidin koîteya lîkolînan da ku bi karê xwe rabe.
Ebdulxenî got jî ku nameya wan ji paşmayên zelal e û ew dilovaniyê li kesên ku destên wan di xwîna xelkê de heye nakin.
►Her weha bixwîne: Ehmed El-Şeri': Em ê aştiya sivîl û civakî li Sûriyê biparêzin