Israîl "Nema rewatiyê bidin rêjîmê û em amade ne alîkariya Durziyan bikin"

Israîl

Welat TV - Hewlêr

Israîlê daxwaz ji Ewropa kir dev ji dana rewatiyê ji bo desthilata Sûriyê ya nû berde û dibêje ew amade ne alîkariya durzî û şerkesan li Sûriyê bikin.

Wezîrê Derve yê Israîlê Ced`ûn Sa`ir di hevdîtinekê de li gel rojnameya Bêld a Elmanî got: Divê Ewropa dana rewatiyê ji bo desthilata Sûriyê ya nû re rawestîne piştî kuştina bi sedên sivîlan li berava Sûriyê.

Got jî ku divê Ewropa ji xwendina rastiyê dernekeve, û divê şiyar bibin, û nema rewatiyê bidin rêjîmekê ku yekem kiryarên wê ev in.

*"Amade ne alîkariya durzî û şerkesan bikin"

Wezîrê Berevaniyê yê Israîlê Yisraîl Kats got Hikûmeta Israîlê ji bo gerentiya parastina her du tayîfeyên durzî û şerkesan li Sûriyê, amade ye ji alîkariyê re.

Kats da zanîn jî ku Hikûmeta Israîlê dê berdewam be ji bo bihêzkirina hebûna tayîfeya Durzî û parastina wê ji her gefek li Sûriyê.