Rûsiya banga rawestandina tundûtûjiyê li Sûriyê dike

Rûsiya banga rawestandina tundûtûjiyê li Sûriyê dike

Welat TV - Hewlêr

Rûsiya banga lidarxistina civîneke encûmena ewlekarî ya navdewletî derbarê Sûriyê de dike.

Îro Berdevkê Fermî yê serokatiya Rûsiya Dêmitrî Bîskof da zanîn ku divê encûmena ewlehî civînên şêwrî derbarê Sûriyê di nêzêktrîn dem de li dar bixe.

Berdevkê serokatiya Rûsiya got jî ku divê tundûtûjî li Sûriyê di nêzîktirîn dem de were rawestin.

Duh, jêderên diplomatîk da zanîn ku Emerîka û Rûsiya banga lidarxistina civîneke girtî li encûmena ewlekarî kir ji bo gengeşekirina zêdebûna tundûtûjiyê li Sûriyê.

►Her weha bixwîne: Brîtaniya li ser bûyerên Berava Sûriyê: Karekî hovane ye