Fransa li Hewlêrê navendekê bo dana vîza vedike

Fransa li Hewlêrê navendekê bo dana vîza vedike
Ala Kurdistan û Fransayê

Welat TV - Hewlêr

Konsulxaneya Giştî ya Fransayê li Herêma Kurdistanê navendekê ji bo dana vîzeya hatinûçûnê ji bo kesên ku dixwazin serdana Fransayê bikin vekir.

Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Yan Prime 9ê Çileya 2024an di civîneke hevbeş de li gel berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Kurdistanê Sefîn Dizeyî, vekirina navendê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ragihand.

Prime di konfranseke rojnamevanî de got: “Armanca vekirina navendê hêsankirina proseya wergirtina vîzeya hatinûçûnê bo hemwelatî û geştiyaran bo xaka welatê wî ye”.

Prime da zanîn: “Vekirina hevpeyvînê ji bo wergirtina vîzeyê ji Konsulxaneyê dê bêpermber be.