Rewangeha Sûrî: 973 sivîl li Berava Sûriyê hatine kuştin

Rewangeha Sûrî: 973 sivîl li Berava Sûriyê hatine kuştin

Welat TV - Hewlêr

Ji 6ê Adarê ve, şerûpevçûn li Berava Sûriyê di navbera ewlehiya giştî ya hikûmeta karbirêker a Sûrî û grûpên çekdar li Berava Sûriyê derketin, tê de bi sedan kes bûne qurbanî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di raportekê de, hijmara qurbaniyan di heyama 72 demjimêran de, belge kir.

Li gorî raportê, di wê heyamê de, 973 sivîlan, ku di nav de jin û zarok hene canên xwe ji dest dane (545 kes li Laziqiyê, 262 li Tertûsê, 156 li Hemayê û 10 li Himsê).

*39 komkujî

Raportê diyar kir ku 39 komkujî li deverên Beravê hatine encamdan her weha şewtandina bi sedan mal û koçberkirina xelkê.

Rewangeha Sûrî da zanîn ku hîn binpêkirin li ser bingeheke tolvedanê li dijê Elewiyan li Beravê berdewam in, bê ku tu destwerdaneke navdewletî ji bo rawestandina van binpêkirinan hebe.

Rewangehê bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanê bike ji bo parastina sivîlan û şandina tîmên lêkolînê yên navdewletî ji bo belgekirina binpêkirinên ku dermafê sivîlan de hatine encamdan, her weha bang li hikûmeta Şamê kir ku encamderên binpêkirinan ji hêzên ewlekarî û yên Wezareta Berevaniyê siza bike.

Di vê derbarê de, duh serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´, komîteyek destnîşan kir, da ku lêkolînê di pêşhateyên Berava Sûriyê de bike.

►Her weha bixwîne: Hikûmeta Sûrî a Karbirêker bidawîbûna operasyonên leşkerî li Berava Sûriyê ragihand