Fermandarê CENTKOMê serdana Sûriyê û 3 welatên din kir
Welat TV - Hewlêr
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Emerîkî serdana 4 welatan li Rojhilata Navîn kir.
Fermandariya Navendî ya Emerîkî CENTKOM duh 11 Adarê 2025an ragihand ku jeneral Michael Erik Kurilla hejmarek civîn û hevdîtin li Rojhilata navîn encam dan.
*Çar welat
CENTKOM da zanîn, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Emerîkî Michael Erik Kurilla li gel fermandar û berpirsên leşkerî li Israîl, Urdin, Sûriyê û Siûdiyê civîn encam dan.
CNTKOM da zanîn ku serdana Fermandarê Fermandariya Navendî ya Emerîkî ji 5 Adarê dest pê kir û 8 Adarê bi dawî bû.
*Gera Li Sûriyê
Fermandariya Navendî ya Emerîkî diyar kir, Michael Erik Kurilla ji 6-7 Adarê serdana Urdin û Sûriyê kir, li Sûriyê li gel HSD civiya û behsa rûbirûbûna DAIŞê û rêgiryên nevegera wê kir.