Emerîka pêşwaziyê li rêkeftina Ehmed El-Şeri' û Mezlûm Ebdî dike

Emerîka pêşwaziyê li rêkeftina Ehmed El-Şeri' û Mezlûm Ebdî dike

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Emerîka Marko Rubio ragihand, Emerîka pêşwaziyê li rêkeftina di navbera hikûmeta nû ya Sûriyê û HSD de dike.

Rubio di daxuyaniyekê de got Emerîka pêşwaziyê li rêkeftina ku vê dawiyê di navbera desthilata nû ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de ku Kurd beşekê sereke ne û ji Emerîka ve piştevankirî ne, ji bo tavlîkirina Bakurê Rojhilatê Sûriyê di nav Sûriyayeke yekgirtî de dike.

Rubio da zanîn, Emerîka tekezî li ser piştevaniya xwe ji veguhêza siyasî re dike, ku di wê proseyê de bawerî çêdibe û nakokî û nebawerî dûr dikevin.

Wezîrê Derve yê Emerîka Marko Rubio, got em ê biryarên ji dehilatdariya nû bişopînin, em bi dilgiranî kuştina vê dawiyê di dermafê kêmîneyan de dibînin. 

►Her weha bixwîne.. Xalên rêkeftina Ehmed El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî