Fransa: Eger binpêkirin berdewam bibin em sizayên din li ser Sûriyê ranekin

Fransa: Eger binpêkirin berdewam bibin em sizayên din li ser Sûriyê ranekin

Welat TV - Hewlêr

Fransa got eger binpêkirin li Sûriyê bê siza bimînin û berdewam bibin, ew rakirina sizayan li ser Sûriyê napejrînin.

Di civîna Encûmena pîran ya Fransî de wezîrê Dewletê yê Frankofonî Sanî Mihemed El-Silêhî got: Eger binpêkirinên ku di van rojên dawî de bûne sedema kuştina sivîlan bê siza bimînin, Parîs dê rakirina sizayên nû li ser Sûriyê red bike.

*Şermezarkirina binpêkirinan 

El-Silêhî anî ziman ku Fransa hemû binpêkirinên li dijî sivîlan, çi pêkhateyan bin û kî encamder be, çi ji grûpên bi ser paşmayên rêjîma Esed bin yan jî grûpên terorîst bin, şermezar dike.

*Proseya Siyasî li Sûriyê

Wezîrê Fransî tekez kir ku Sûriye dê nikaribe aramî û bextewariya xwe vegerîne bêyî proseyeke siyasî ku ewlekarî û mafên hemû pêkhateyan garantî bike.

►Her weha bixwîne.. Yekîtiya Ewropa hejmarek siza li ser Sûriyê rakirin.. Çi siza ne?