Hikmet El-Hicrî: Hikûmeta Şamê tundirew e

Hikmet El-Hicrî: Hikûmeta Şamê tundirew e

Welat TV - Hewlêr

Serokê Ruhanî yê Durziyan li Sûriyê Hikmet El-Hecrî da zanîn ku hikûmeta Şamê tundirew e û ji mafê Durziyan e ku berjewendiyên xwe biparêzin.

Îro Hikmet El-Hecrî di hevdîtinekê de li gel rûsipiyên Siwêdayê got ku ew kar ji bo parastina berjewendiyên pêkhateya xwe dikin û ev yek ji xalên serke ye ji bo wan di qonaxa bê de.

Derbarê hikûmeta karbirêker a Sûrî de, El-Hicrî da zanîn: ”Hikûmeta Şamê tundirew e, û ji aliyê dadmediya navdewletî ve tê xwestin”.

Hikmet El-Hicrî serbar kir jî: ”Dîroka kesên ku gihiştine desthilatê li Şamê diyar e, eger asankarî ji bo wan werin kirin em wek Sûrî qebûl nakin”.

►Her weha bixwîne: Lihevkirinek di navbera parêzgarê Siwêdayê û hejmarek siyasî hat îmzekirin