Iraqê kuştina berpirsekî DAIŞê ragihand

Iraqê kuştina berpirsekî DAIŞê ragihand

Welat TV - Hewlêr

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah El-Sûdanî da zanîn ku wan berpirsekî rêxistina DAIŞ a terorîst kuşt.

El-Sûdanî îro ragihand ku hêzên wan Ebdulah Mekî Muslih El-Rifê´î ku bi Ebû Xedîce tê naskirin û waliyê Iraq û Sûriyê bû di rêxistina terorîst de kuşt.

Serokwezîrê Iraqê got ku hêzên wan bi hemahengî li gel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ev operasyon encam daye.

El-Rifê´î yek ji terorîstên herî metirsîdar di DAIŞ de dihat naskirin, û karûbarên rêxistina terorîst li Iraq û Sûriyê bi rê ve dibirin.

►Her weha bixwîne: CENTCOM girtina berpirsekî DAIŞê Dêra Zorê ragihand