El-Şeybanî: Em amade ne hemahingiyê li gel Iraqê bikin di rûbirûbûna DAIŞê de
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê hikûmeta karbirêker Es´ed El-Şeybanî gihişt Bexda paytexta Iraqê û tekezî li ser rûbirûbûna terorê kir.
Îro Es´ed El-Şeybanî bi serdaneke fermi gihişt Bexdayê û li gel Wezîrî Derve yê Iraqê Fûad Hisên civiya.
Di kongireke rojnamevanî ya hevbeş de, El-Şeybanî got ku ew bi gavên cidî radibin ji bo vegerandina peywendiyan di navbera her du welatan de û ew amade ne ku hemahengiyê bi Iraqê re bikin ji bo rûbirûbûna rêxistina DAIŞ a terorîst.
Ji aliyê xwe ve, Hisên pêşwazî li rêkeftina serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ û fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî kir û dilgiraniya xwe ji pêşhateyên Berava Sûriyê nîşan da.
►Her weha bixwîne: Iraqê kuştina berpirsekî DAIŞê ragihand