Donald Trump rola Herêma Kurdistanê di kuştina serkirdeyekî DAIŞê de nîşan dide
Welat TV – Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Trump nîşan bi rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebdulah Mekî Muslih El-Rifê´î de da.
Serokê Emerîka Donald Trump li ser tora civakî X got: Îro serkirdeyekî ji Iraqê reviyayî yê DAIŞê hat kuştin, leşkerên me ew şopand û bê dilovanî dawî bi jiyana wî û endamekî din ê DAIŞê anî.
*Rola Herêma Kurdistanê
Serokê Emerîka Donald Trump da zanîn, Prose bi hemahengî li hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat encamdan.
Di dawiya peyama xwe de got: Bi zora hêzê em aştiyê bi cî bikin.
*Mekî kî ye?
Ebdulah Mekî Muslih El-Rifê´î ku bi Ebû Xedîce tê naskirin û waliyê Iraq û Sûriyê bû di rêxistina terorîst de bû.
El-Rifê´î yek ji terorîstên herî metirsîdar di DAIŞ de dihat naskirin, û karûbarên rêxistina terorîst li Iraq û Sûriyê bi rê ve dibirin.
Her weha bixwîne.. Asayîşa Herêma Kurdistanê: Serokwezîrê Iraqê rola me di kuştina berpirsê DAIŞê de paşguh kir