Mesrûr Barzanî: Me tekezî li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz û yekgirtî kir

Mesrûr Barzanî: Me tekezî li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz û yekgirtî kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokê partiya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê YNK Bafil Talabanî li Hewlêrê civiyan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de got: Îro me pêşwazî li serokê partiya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê Bafil Talabanî kir. 

Mesrûr Barzanî diyar kir, Me di civînê de gav û rêkarên girêdayî bi pêkanîna kabîneya wezarî ya dehan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê behs kirin. 

*Hikûmeteke bihêz û yekgirtî 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, Me civînên xwe bi erênî bi nav kir, her weha me tekezî li ser pêwîstiya bilezkirina pêkanîna hikûmeteke bihêz, yekgirtî û xizmetguzar kir ku hêviyên hemû welatiyên bi cî bike.