ENKS banga guhertina ragihandina destûrî û tekezî li ser şanda Kurdî dike

ENKS banga guhertina ragihandina destûrî û tekezî li ser şanda Kurdî dike

Welat TV – Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di daxuyaniyekê de tekezî li ser guhertina ragihandina destûrî ya Sûriyê û pêwîstiya avakirina şandeke Kurdî ya hevbeş kir.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li bajarê Qamişlo civiya, û dawîn pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêj kirin.

*Naveroka civînê

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di daxuyaniya xwe de tekezî li ser pêwîstiya lezkirin, di dîtina nerîna siyasî ya hevbeş û avakirina şandeke Kurdî yekgirtî di nêzîktirîn dem de, da ku peywendî û diyalogê bi rêveberiya nû ya li Şamê re bike, kir.

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî tekezî li ser zêdekirina vekirina peywendî û têkiliyan bi hemû aliyên siyasî, olî li welêt, û karê hevbeş di avakirina Sûriya ji bo hemûyan bike.

*Guhertina ragihandina destûrî

ENKS banga pêwîstiya guhertina madeyên ragihandina destûrî, tê de taybetmendiya pirengiya Sûriyê biparêze, kir. Her weha piştevaniya xwe ji xwepêşandanên civaka sivîl ên li dijî ragihandina destûrî kir, û banga kontrolkirina siloganan û bilindkirina siloganên di xizmeta wê mijarê de kir.

*Banga Ocelan û daxuyaniyên Fîdan

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî pêşwazî li banga Ebdulah Ocelan kir, û hêvî kir pêvajoyeke siyasî aştiyane ji bo dîtina çareseriya doza Kurdî dest pê bike. Her weha pêşwazî li daxuyaniyên wezîrê Derve yê Turkiyê derbarê dana mafên Kurdan li Sûriyê kir.

*Kongira 5an 

Di dawiya daxuyaniya xwe de Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî got, beşdarbûyan tekezî li ser berdewamkirina amadekariyên pêwîst ji bo lidarxistina kongira 5an a Encûmena Niştîmanî ya Kurdî kir nexasim amadekirina sîstema siyasî û programa siyasî ji ENKSê re.