Rewangeha Sûrî: 2089 kes li Berava Sûriyê hatine kuştin
Welat TV - Hewlêr
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro, di raportekê de got ku hijmara qurbaniyên sivîl û çekdarên ku ji her du aliyên şer li Berava Sûriyê hatine kuştin, bilind bûye.
Li gorî raportê, ji 6 ta 17ê Adarê, 2089 kesan di şerûpevçûnên Berava Sûriyê de canên xwe ji dest dane (1557 sivîl, 273 ji hêzên ewlekariya giştî ya hikûmeta karbirêker a Sûrî û 259 ji çekdarên ku hikûmeta Şamê wan bi paşmayên Rêjîma berê bi nav dike).
Rewangehê da zanîn ku amarên kuştiyan bi vî awayî belav bûne: (759 kes li Laziqiyê, 487 li Tertûsê, 262 li Hemayê û 13 li Himsê).
*58 komkujî
Raportê diyar kir jî ku 58 komkujî li deverên Beravê hatine encamdan û bang li hikûmeta Şamê kir ku encamderên binpêkirinan ji hêzên ewlekarî û yên Wezareta Berevaniyê siza bike
Piştî çend rojan ji şer werzareta Berevaniyê ya hikûmeta karbirêker a Sûrî ragihand ku operasyonên wê yên leşkerî li Beravê bi dawî bûn, û êdî dezgehên hikûmî dê dest bi karûbarên xwe bikin, lê hîn rewş li beravê li ser hemû astan aloz e û welatî ji di rewşeke zehmet dijîn.