Ciwanekî Kurd li navçeya Şiyê ya Efrînê rastî lêdana tund hat
Welat TV - Hewlêr
Welatiyekî Kurd li navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê rastî lêdanê ji aliyê çekdaran ve hat.
Malbatê ji Welat TV re got: Duh Ehmed Silêman Şêxo rastî lêdana tund ji aliyê fermandarê çekdarên Emşat, Mihemed Casim Ebû Emşa ve hat.
Da zanîn, Ji ber lêdanê Ehmed Silêman Şêxo rastî şikest û birînan hat, û rewşa wî ya tendirûstî ne aram e.
Derbarê sedeman, malbatê diyar kir, ji ber pêşwaziya wî ji hêzên ewlehiya giştî re dema serdana Efrînê kiribû rastî lêdanê hatiye.
Malbatê anî ziman, ku wan gilî li cem hêzên ewlehiya giştî ya bi ser hikûmeta Şamê ve vekir, û wan hêzan destêwerdan kir û serdana mala Şêxo kir.
*Emerîka "Emşat" siza kiriye
Di Tebaxa 2023yan de, Wezareta Gencîneya Emerîka siza li ser grûpên "Emşat" û "Hemzat" ên bi ser "Artêşa Niştîmanî" ya opozisyona Sûrî ve, ji ber binpêkirinên wan dermafê mirovan de li Efrînê sepandin.
*Ebû Emşa dibe Emîd
Piştî ketina Esed di 8ê Berçileya 2024an de, Mihemed Casim Ebû Emşa pileya wî bilind bû û bû emîd û fermandarê furqeya 25an a Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê de.