Dayîka Stêr Ehmed bang li HSDê kir: Zaroka min vegerînin

Dayîka Stêr Ehmed bang li HSDê kir: Zaroka min vegerînin
Stêr Ehmed

Welat TV - Hewlêr

Di 16ê Mijdarê de, Stêr Ehmed, temen 14 salî, ji taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê ve bo leşkeriya neçarî hatiye revandin.

Malbata wê bang xwe kir û ji HSDê xwest çarenivîsa wê diyar bibe, û jê re vegerînin.

Cengê Murad Ibrahîm, dayîka Stêr Ehmed ji Welat TV re got: Ji 16ê Mijdara sal borî li taxa Şêx Meqsûd, Ciwanên Şoreşger keça min revandine, ji wê demê ve em tiştekî li ser nizanin.

Ibrahîm da zanîn: Em berê xwe didin sazî û dezgehên PYDê, lê mixabim, tu zanyariyan bi dest naxînin. Ez çûm Cizîrê gotin ne li cem me ye, li taxê jî gotin ne li cem me ye, ez keça xwe dixwazim, ew ne ya şer û cengan e, hîn zarok û biçûk e.

Cengê Murad Ibrahîm banga xwe kir: Em bang li hemû rêzistinên mafê mirovan û yên zarokan dikin, ku zaroka me vegerînin.

Stêr Ehmed, ji şêniyên gundê Çeqmaqa yê navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, li Helebê niştecî ye.

Di sala 2019an de, fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê, li gel Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe nake û zarokên di nav de serbest berde.

Antonyo Gotîrîş, Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî, di raporteke xwe de li pêş Encûmena Ewlehiya Navdewletî, di 27ê Mijdara 2023yan de got: "Li seranserî Sûriyê, ji 1ê Tîrmeha 2022 ta 1ê Tîrmeha 2022yan, 2990 zarok hatine leşkerkirin, jê 130 keç in, ji koma giştî 829 ji aliyê Hêzên Sûriya Demkratîk hatine revandin û leşkerkirin".

Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî tekez kir: "Di 2 salên borî de, rêjeya 80 li ser sedî zêde bûye, û QSDê pabendî bi rêkeftina li gel Netewên Yekgirtî îmze kiriye, nebûye".