Ehmed Hesen: Rêjeya Kurdan li Efrînê bûye 70%

Ehmed Hesen: Rêjeya Kurdan li Efrînê bûye 70%

Welat TV - Hewlêr

Serokê Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, Ehmed Hesen, ji Welat TV behsa rewşa Efrînê û navçeya wê kir û got, rêjeya Kurdan baş û zêde bûye û vegere berdewam e.

Ehmed Hesen di salvegera kontrolkirina Efrînê ji aliyê Turkiyê û çekdarên oposizyona Sûrî ve got: Gelek binpêkirin li Efrînê di 7 salan de hatine encamdan, weke girtin, revandin, darbirîn û desteserkirina mal û mulkan her weha sepandina bacan.

*Guhertina demografî

Hesen diyar kir, Hewlên guhertina demografî li Efrînê bi ser neketin, grêdana xelkê Efrînê bi xaka xwe, rê li pêş guhertina demografî girt.

*Kurd bûne 70%

Ehmed Hesen diyar kir, Rêjeya Kurdan li Efrînê bûye 70% û rêjeya Erebên hawirde yên mane bûye 30%, ji ber ku rojane Kurd vedigerin û Ereb jî derdikevin û berê xwe didin bajarê xwe.

*Veger derman e

Hesen got jî, Binpêkirin li Efrînê kêm bûne lê bi dawî nebûne, vegera xelkê Efrînê bo warê xwe derman û çareserî ye, em banga li her Kurdekî dikin ku vegere warê xwe, bi tenê vegere derman û çareserî ye.