Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li Dr. Elî Qeredaxî kir
Welat TV – Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî, 10 Çileya 2024an, pîrozbahî li Dr. Elî Qeredaxî kir, û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Serok Barzanî di rêya peywendiyeke telefonî re, hilbijartina Dr. Elî Qeredaxî weke serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilmanan, bi germî pîroz kir, û hêviya serkeftin di erk û karê wî de xwest.
Di 8ê Mehê de, Dr. Elî Qeredaxî bi rêjeya 91.51 weke serokê Yeîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilmanan hat hilbijartin, ku merasîm li Qeterê bi rê ve çûn û tê de 651 endam amade bûn, her weha cîgirên wî û endamên encûmena emîndaran hatin hilbijartin.