Ciwanekî kurd li jêr eşkenceyê jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina Hengaw a mafê mirovan ragihand: Ciwanekî bajarê Newsûdê yê bi navê Peyman Ebdî ku ji aliyê saziyên ewlehî ya Iranî ve li Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê hatibû girtin, ji ber eşkencekirinê di 9ê Çileya 2024an de jiyana xwe ji dest da.
Rêxistinê got: Saziyên ewlehî îdia kirine ku sedema mirina navborî "Asêbûna pariyê nanê di qirika wî de" bû, lê ew yek ne rast e.
Rêxistina Hengaw tekez kir: Bavê du zarokan e ku heftiyek beriya niha ji aliyê hêzên ewlehî ve li Kirmaşanê hatibû girtin û li bin îşkenceyê çûbû nexweşxaneya Ertêşê li wir de canê xwe ji dest da.
Rêxistina Hengaw a Mafê Mirovan 5ê Çileyê de jî da diyarkirin: Berzîn Hemza di şoreşa Şehîd Jîna Emînî de ji aliyê hêzên ewlekariya Iranê ve hat girtin, di zîndanê de rastî lêdan û eşkenceyê hat, piştî derket 3 neştergerî jê re hatin kirin.
Rêxistinê eşkere kir: Dema neştergerî jê re dihat kirin, ji ber têkçûna rewşa wî, jiyana xwe ji dest da.
Berzîn Hemza ji şêniyên bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê ye, weke bi hezaran ji ciwanên kurdan beşdarî di şoreşa Jîna Emînî de kir.
Jîna Emînî keça kurd a 22 salî di 15ê Îlona 2022yan ji aliyê polîsên reftaran a Iranî ve hat girtin, piştî demekê di bin eşkenceyê de şehîd bû. Weke nerazîbûnekê gelê kurd şoreşek li dijî desthelatdariya Iranê hilda.