IOM: 8938 koçberan sala bûrî canên xwe ji dest dane
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina Koçberiyê ya Navdewletî (IOM) ragihand ku nêzîkî 9000 kesî bûne qurbaniyên rêya koçberiyê di sala 2024an de.
(IOM) di daxuyaniyekê de got ku sala bûrî, 8938 koçberan li ser rêyên koçberiyê yên qaçax canên xwe ji dest dane û dibe hejmara qurbaniyan gelekî zêdetir be ji ber ku gelek rewşên jiyanjidestandê nehatine belgekirin.
*Hejmara herî zêde li Asiya ye
Li gorî raporta Rêxistina Koçberiyê, hejmara qurbaniyan bi vî awayî belav bûye: 2778 li Asiya, 2242 li Ifrîqiya, 233 li Ewropa û herî kêm 1233 koçberan jî li her du Emerîkan canên xwe ji dest dane.
Rêxistina Navdewletî da zanîn jî ku ji hejmara giştî ya ku hatî belgekirin, 2452 koçberan di Deryaya Spî de canên xwe ji dest dane.
*Qurbanî sala 2024an zêdetir in
Hejmara qurbaniyên sala 2024an ji ya sala 2023yan de bilindtir bû, ku di 2023yan de, 8565 koçberan li ser rêya koçberiyê canên xwe ji dest dane.
Piştî destpêka şoreşa Sûrî, bi hezaran welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji ber nebûna aramî û ewlehiyê koçberî welatên biyanî bûn, di encamê de bi hezaran ke bûne qurbanî.