Endamên malbateke ji Efrînê li ser rêya koçberiyê canên xwe ji dest dan

Endamên malbateke ji Efrînê li ser rêya koçberiyê canên xwe ji dest dan

Welat TV - Hewlêr

Endamên malbateke Efrîna Rojavayê Kurdistanê li nêzîk peravên Yonanistanê canên xwe ji dest dan.

Jêdereke xwecihî ji Welat TV re got: Endamên malbateke Kurd (Lûey Xebat Mela (22 salî) û hevjîna wî Evîn Ebdo Elî (20 salî) û kurê wan xebat yê 3 salî) ji navçeya Şera ya Efrînê, di dema binavbûna keşteyekê de li nêzîk peravên Yonanistanê canên xwe ji dest dan.

Di vê derbarê de ajansa Reuters li ser zarê berpirseke polîsên deryayî yên Yonanistanê roja Çarşemê ragihand, di encama binavbûna keşteyeke ku 36 kes vedughestin, herî kêm du penaxwazan canên xwe ji dest dan û 18 jî hatin rizgarkirin.

JI ber nebûna aramî û ewlehiyê, diyaredeya koçberiyê bûye rstiyek li Rojavayê Kurdistanê, bi sedan kes li ser rêya koçberiyê canên xwe ji dest dane û çarenivîsa bi sedan jî ne diyar e.