JI destpêka salê ve.. 12 zarok bûne qurbanî ji paşmayên şer re li Sûriyê

JI destpêka salê ve.. 12 zarok bûne qurbanî ji paşmayên şer re li Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan derdora 12 zarokan weke qurbanî ji teqîna paşmayên şer re li Sûriyê ji destpêka 2024an ve tomar kirin.

Rewangehê di raportekê de diyar kir, di encama teqîna paşmayên şer de ji destpêka salê ve, li deverên di bin kontrola Rêjîma Sûriyê de 3 zarokan canên xwe ji dest dan û 6 jî birîndar bûn, li deverên di bin konrtola HSDê de jî zarokekî canê xwe ji dest da û 2 birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî serbar kir, ji ber ku rêxistinên mirovî û aliyên peywendîdar bi erkê xwe ranabin, paşmayên şer bûne metirsiyekê li ser welatiyên Sûriyê.

Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama teqîna paşmayên şer di sala borî de, 256 sivîlan canên xwe ji dest dan û 365 jî birîndar bûn.